Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radikal] de;

1. kurdan ev peyv ji tirkî, tirkan ji frensî û frensiyan jî muhtemelen ji latînî, latîniyan ji aryanî û aryaniyan jî yan rasterast ji xwudê yan jî ji devê bavê me adem pêxember wergirtine wekê gelek peyvên din yên ji zimanên ewropî ketine nav zimanên qewmên rojhilata navîn û li zar û zimanê me hînd-ewropiyan jî geriyayîn.. ev peyv ji peyva radic-a ku di zimanê latînî de tê wateya kokê hatiye darêjtin.. ji bo reformxwazên bintûtî tê gotin an kesên ku dixwazin pergal û sazûmanekî ji kokê rakirin û pergal û sazûmaninên alternatîv di şûnê de danin û damezrînin ev peyv tê hildan.. di kurdî û kurmanciya îroyîn ji bo heman wateyê peyva tundrew-ê jî tê bikar anîn.. ji bo nimûne di helbesteka şairê gewre rehmetî arjen arî de wiha derbas dibe 'qîrînek tundrew im, dij dijber li Şerîa rojava, li sikakén qoser dil mindal, helbest narincok mirinek kezîzer im, li dû zarokan!'



wekê din li tirkiyeyê bi vî navî rojnameyek jî heye ku çendî sermiyana xwe ji dogan holdîngê wergire jî polîtîkaya wê ya weşanê li gorî dilê çepgir û sosyalîstên tirkan e..



03.06.2013 15:10 | endazer