Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edîp karahan] de;

1. nivîskar û hiqûqnasê kurd.. di sala 1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê bike, bi qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, beşê felsefeyê xwendiye.

Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama propagandaya komunîzmê tê girtin, lê paşê berat dike.

Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hefsê.

Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.

Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hefsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya »23yan« de tê girtin.

Di sala 1971ê de ji daweya DDKOyê tê girtin û heyşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.

Karahan, di sala 1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene.



07.09.2013 18:31 | endazer