Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edîb polat] de;

1. nivÎskar û helbestvanê kurd.. li gundekî Diyarbekirê ku bi ser Bismilê ve ye hatiye dinyayê. Wî dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pişt re li Diyarbekirê pêvajoya xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Wê salê wî bi navê Rastiya Diyarbekir pirtûkek derxist. Wî dû re ev pirtûk dan weşandin:

Berbangên Newrozê.

Di zimanê zanistî da Kurd û Kurdistan.

Şopên ji welatê bêdewlet.

Zinêkar.

Evîna min mirina bêevîn e.

Gladyatorê Kurd Ristemê Zal (Di demek nêzîk de wê were çapkirin).

Edîp Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.

Xelatên ku Polat heta niha wergirtine ev in: U.S.A PEN Barbara Goldsmîth xelata Azadiya nivîsê. Human Right Watch, Xelata Azadiya Ramanî.

Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya, Nûdem.

Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî.



07.09.2013 18:32 | endazer