Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelîl duhokî] de;

1. nivîskar û wergêrê kurd.. di sala 1951ê de li bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Di sala 1970ê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Endamê redaksiyona çendîn kovarên kurdî bûye. Ji bo demekê li Swêdê sernivîskarê Kovara Berbangê û serokê Komela Nivîskarên Kurd bûye . Endamê Yeketiya Nivîskarên Swêdê ye.

Heta niha ev pirtûk çap kirine: Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982.

Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî. Kurdistana başûr, 1983.

Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983.

Gaziyek ji cergê Asya. Dîwana helbestan, Swêd1989.

Min digot û te vedgêra. Dîwana helbestan, Swêd 1990.

Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, Swêd 1990.

Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, Swêd 1992.

Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, Swêd 1994.

Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, Swêd 1995.

Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995.

Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996.

Peyv û tablo diaxivin. Swêd 1997.

Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998.

Herweha Xelîl Duhokî şeş kitêbên zarokan wergerandine zimanê kurdî.



07.09.2013 18:46 | endazer