Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serkan birûsk] de;

1. Serkan Birûsk li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zaroktiya wî li Omeriya, deşta Mûşê û Nisêbînê derbas bûye. Piştî lîseyê, wî dest bi xwendina mîmariya peyzajê kir, lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî hişt.

Pêşî çû Almanyayê dû re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê kir. Heta niha gelek berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên kovarên mîna Avaşîn, Nûdem, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen û pêvekên Özgür Politikayê de derketine.

Wek pirtûkên helbestan; Awirên Bi Hêvî, Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê hene. Wekî din jî, wî sê pirtûk; Moa û Pelle, Ciwanên Îro û Madîken ji swêdî wergerandine kurdî û di nava weşanên Nûdemê de dane weşandin.

Serkan Birûsk niha li Swêdê dimîne.



07.09.2013 18:53 | endazer