Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eliyê ebdilrehman] de;

1. Eliyê Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê di şeşsaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike. Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakuyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.

Sala 1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama »Rya teze« tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.

Kitêba wî ya pêşî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka »Xatê xanim« de çar afirandinên cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.

Eliyê Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine. Hin ji pirtûkên wî ev in:

»Morof«, »Gundê mêrxasa«, »Şer çiya da«, »Dê«, »Hesreta min« û »Gulista«.



07.09.2013 18:54 | endazer