Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enwer karahan] de;

1. Li gora qeyda wî ya nifûsê, ew di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çêbûye. Zaroktî û xortaniya wî li Dêrikê derbas bûye û wî heta bi lîseyê li wir xwendiye. Ew heta bi sala 1992an jî ji Dêrikê neqetiya ye.

Ew demeke kin memûrtiyê dike û gava di sala 1994an de HADEP tê damezirandin dibe yek ji dameziranê vê partiyê. Dewrekê di meclîsa partiyê de dixebite û di hilbijartinên 1995an de li Îzmîrê dibe namzetê parlamentoyê. Di kongreya dudan de ji ji vê partiyê bi dûr dikeve. Ew jî wek gelek kurdên din bi caran hatiye girtin û mahrûzî îşkence û neheqiyê bûye.

Ew bi navên cûda maqale û pêkenînên bi kurdî di rojnameya Medya Güneşi, Jiyana Nû û Rojê de dinivîsîne. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Ew demekê berpirsiyariya Berbanga, organa FKKSyê dike û vê gavê jî li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê kar dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin û du kitêbên wî yên çîrokan bi navên »Şevbihêrkên şevên xalî« (2001) »Duaya êvarê« (2003) hatine weşandin.



07.09.2013 18:55 | endazer