Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enwer mehemed tahir] de;

1. Enwer Mehemed Tahir di sala 1949an de li gundê Tîtê, nêzîkî bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di sala 1974an de beşê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye. Paşê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di kovara Hîvî de –li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên edebî de, li Kurdistana başûr, beşdarî kiriye.

Heta niha du pirtûk çap kirine:

Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana başûr, 1983.

Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana başûr, 1988.

Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:

Kitêbeke kurteçîrokan. / Kitêbeke çîrokên zarokan.

Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana başûr dijî.



07.09.2013 18:56 | endazer