Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhad shakely] de;

1. Ferhad Shakely di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdsitanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran ‘Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostayê Kurd 1985–1996’ derdixe. Wî heta niha pênc kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî kitêbeke şiîran û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi ingîlizî derxistiye.

Ferhad Shakly niha li Swêdê dimîne û li Unîversîteya Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.



07.09.2013 19:01 | endazer