Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hasan kaya] de;

1. Hasan Kaya di sala 1964an de, li Navçeya Nisêbîna ku li ser Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê li wir xwendiye. Piştî ku du salan li »Anadolu Universitesi Ýktisat Fakultesi« xwend dev jê berda û çar salan »Dicle Universitesi Eðitim Fakültesi Türk Dili ve Edebiyatý« xelas kir û dîplomaya Lîsansê wergirt. Çar salan li lîseyê mamostetiya edebiyatê kir.

Di sala 1993yan de Li Edenê şaxê navenda Çanda Mezopotamya ava kir. Li wir sê salan serokatiya vê saziyê kir û dersên zimanê kurdî dan. Pişt re li Mêrsînê damezrêneriya şaxê Navenda Çanda Mezopotamya kir. Dawî, di sala 1996an de li Enstîtuya kurdî ya Stenbolê xebata xwe domand û şeş salan serokatiya Enstîtuya kurdî kir.

Bi navê Girnewas pirtûkeke kurteçîrokan nivîsî. Tevî Zana Farqînî û Samî Tan, bi kurdî, tirkî û ingilîzî ‘Em Zimanê Kurdî Binasin’ pirtûkek amade kir.



07.09.2013 19:02 | endazer