Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hesenê silêvanî] de;

1. Hesenê Silêvanî di sala 1957an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaneya, nêzîk bajarê Zaxoyê, hatiye dinyayê. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de dest bi nivîsîna helbest û kurteçîrokan kiriye û di rojname û kovarên kurdî de belv kirine. Heta niha ev berhem çap kirine:

Hozanên Sava. Helbest 1991, Kurdistana başûr.

Balûlka Şekrê. Kurteçîrok 1994, Swêd. / Çîrok û helbest, ji welatê Nêrgiza. Bi zimanê erebî. / Gulistan û şev, roman.

Hesenê Silêvaniyê niha li Kurdistana başûr dijî.



07.09.2013 19:05 | endazer