Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kon] de;

1. mala seyar ya koçeran e.. mirov dikare wek karavana koçeran jî binav bike.. ji mûyê bizinan û kulka deva tê çêkirin. Ji bona çêkirina kona, berê mû şe dikin û paşê dirêsin. Piştî hingê tevnê radiçînin û her car ta yan tejeke kon çêdikin. Van tejan bi hev û din ve didirûn û bi vî awayî kon çêdibe. Piçûkî û mezinahiya kon bi hejmara tej an hejmara stûnan ve girêdayî ye: wekî konê 24 tejî an konê 6 stûnî. Koçer bi çît û perdan navberê didine kon û bi vî awayî cihê rûniştina mêr, jin, û mêvanan û herweha cihê xwarin çêkirinê ji hev û din têne cudakirin. Rengê kon bi timî reş e û her ji ber wê yekê jî jê re dibêjin reşmal..



07.09.2013 19:39 | endazer