Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amûr] de;

2. formata ferhengê ji înteraktîviyê derketiye û hêdî hêdî berev ferhengên dîjîtal yên pirzimanî ve diçe.. yanî heçî xwelîserê bi tirkî û îngîlîzî nizanibe wê nizanibe bê ka amûr çi ye tê xwarin an pê eşq û evîn tê derbirrîn û deklarekirin..

amûr ew tişt e ku şêniyên li ser rûyê erdê pê kar û barên xwe diqedînin.. ji bo nimûne ferheng amûrek e ji ber ku heçiyê bixwaze dikare jê agahiyan bistîne, çetel amûrek e heçiyê dixwaze dikare bi kubarî xwarina xwe pê bixwe an pê çavên hevalên xwe derîne, telefon, pênûs, dolab, derî û wd. ev hemû amûr in.. wekê din ji bo amûrê halet, hacet, alav, amraz, amyar, navgîn û wasite jî tê gotin.. û carinan bi serê xwe bi karê enstûmanên mûzîkê ve jî radibe.. wek amûrên mûzîkê û filan..



03.06.2013 16:03 | endazer