Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kambaxx] de;

1. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê.. camêr hema bêje pirraniya barê tirşikê hilgirtiye ser milê xwe û ji sedan zêdetir peyam lê kirine lê qene pêxemberekî sexte jî di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî feqîro nekiriye, venexwendiye cemeata xwe... ferîşteyeke fahîşe jî singa xwe jê re venekiriye... maran jî feqîro û evdalê xwudê ji kom û refên xwe aforoz kirine... bi qasî yezdanekî bêqûl tenê û bi serê xwe maye li çol û beyarên tirşikê.. ya bixêrhatinê ji xwe bi xêr hatiye lê ji mêj de ye pêjn ji camêr naye.. di tirşikê de heçiyê nas dike bila xêra xwe ciwabekî ji xalê me evdo begî re bigihîne û bila jê re bêje ew nenivîse yê dî nenivîse wê çawa çêbe Û bipije ev tirşik û wê çawa derkeve ser sifra kurdistanê..



08.09.2013 16:06 | endazer