53. mecrayeke ecêb e, hema bêje serê herdu rojan carekî canik an camêreke biçekî li ser twitterê popûler tê tweeteka min retweet dike, piştî vê retweetê teqrîben 7-8 kesên nû destpê dikin hesabê min ê li ser twitterê dişopînin, paşê kengî dema ez ji siyaseta kurd aciz dibim û tiştinan diwîtînim an veditiwîtînim, hew dinêrim bi dest xwe re 10-12 kesî dev ji şopandina hesabê min berdaye.. |
|
23.05.2014 12:18 |
endazer
|
51. bi şewba çivîkan ketiye.. wekê mirîşka gêj lê hatiye, di demname û agahdarkirinê de pirsgirêkên mezin hene ev du roj in.. ji xwe facebook ji qîmetê ket, îcar twitter jî here nizanim em kurd em ê çi xweliyê bi serê xwe de kin.. * |
|
21.05.2014 00:43 |
endazer
|
46. dev ji dnsyan berdin di kombersa xwe de bikevin di klasora bernameyên sîstema kargêranê (op, operating system, işletim sitemi) bi piranî navê vê klasorê yerel disk c an local disk c ye, pê re pêl windows/system32/drivers/etc bikin, di etc de dosyeyeke bi navê hosts heye wê dosyeyê bigirin û bavêjin sermaseyê kombersê pê re di kombersa xwe de bernameya notepad/not defteriyê wek admîn vekin û di rûpela vebûyî ya notepadê de ewê dosyeya hostsê vekin û |
|
23.03.2014 23:04 |
endazer
|
25. ya ku li zimanê kurdî, zaravayê kurmancî tê wergerandin.. |
|
29.12.2013 05:24 |
endazer
|
22. platforma ku ji aliyê kêrhatinên xwe ve nahêje û nagihije nîvê facebookê.. lê ji ber ku bikarhênerên twitterê li gorî yên facebookê biçekî din xwendetir û dinyadîtîtir in yanî elît û burjûwa ne wisa dixweye ku di demeke kin dê cihê facebookê bigire.. |
|
08.12.2013 20:12 |
endazer
|
14. malpera sosyal medyayê ku demekî digotin wê li kurdî û kurmancî bê wergerandin.. lê hê jî tu nîşanan jê nagirim derheqê wergerandina wê ya berev kurdî ve lê yarê, gulnarê.. çima ma çivîkên kurd yên jinbavê ne anku yên eyşika ereb in heee.. çima kurd jî nekarin bi zimanê xwe nekin wîtewît û çîveçîv.. |
|
05.09.2013 14:59 |
endazer
|
6. malpera ku çendî xudan hesab bim jî dikim nakim xwîna min lê nasincire nikarim tê de aktîv bim.. |
|
16.07.2013 01:21 |
endazer
|