Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kitika kor] de;

3. teşbîha kerê kor jî heye.. ji bo karîn û kirinên hêsan ku ji qûna herkesî tê lê camêrinin zirtê xwe pê vedidin û forsa xwe pê davêjin tê bikar anîn.. wek nimûne;

- min ev ker ji bihorî re derbas kir..

+ te xwelî bi serê xwe kir, ma ew jî îş e, kerê kor jî dikare kerê ji wî bihorî re derbas bike..

carûbaran ew kerê kor dibe bapîrê min ê rehmetî jî.. wek bapîrê min ê rehmetî jî dikare di ezmûna dersa termodÎnamîkê de 60 puanan bistîne..



09.09.2013 19:16 | endazer

2. li cem me dema zarokek digirî an dike qarewar jinik ji bo ku aş bikin an bi ber dila ve herin dibêjin kite korê.. nizanin têkiliya vê biwêjê bi biwêja kitika kor re heye an na.. wek têbinî li cem me jî jî ji cat û pisîkê re kitik tê gotin.. wek nimûne; mesele em bêjin zarok nohkek daqurtandiye lê di gewriya tifalo de ase maye neçûya xwar û ew jî heqê êşa gewriya xwe dide û dikute guhê civata hazir de.. jinikek cihde diçe û tepekî li piştê dide û di ber re jî dibêje ''kite korê!!!.. aha min ji bîr ku bêjim.. dîsa li cem me dema goşt filan çêdikin û pisîk li dora xwe goşt diçin û tên ji bo li kitikan biheytînin û wan ji wir biqewiînin dibêjin kite!!!..



09.09.2013 19:12 | endazer