Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka berhevnekirina wêjeya devkî ya kurdî] de;

5. ez li zanîngeha artukluyê di beşa kurdolojiyê de mamoste bûma min ê spartek dabûye hemû xwendekarên xwe bila her yek ji wan çûbûya gund û deverekî rêya dewleta tirk pê neketî çi qas berhemên folklorîk stran, çîrok û çîvanok, destan, kilam, tiştanok, biwêj, nifir, gotinên pêşiyan, peyvên di ferhengan de nehatine tomarkirin, serpêhatî filan hebin bila bi awayeke sîstematîk berhev kiribûna û bi şêweyê tezê nivîsandibûya, ji xwe xwendekarê ev spartek çêkirî nehewce ye bikeve tu ezmûn mezmûnên formalîte min ê yekser ji wê dersê bihurandibûya.



26.12.2014 04:12 | endazer

2. tesbîtek rast û di ci de.. divê partî û rêxistinên kurd yên li bakurê kurdistanê di nav xwe de komîte an komîsyonekî ji zimanzanan pêk tê ava bikin û gund bi gund, zozan bi zozan, bajar bi bajar li çarnikarê bakurê kurdistanê bigerin û efareya jêmayiyên zimanê kurdî û folklora kurdan bikin.. tu kes nikare bi serê xwe ji heqê vê meselê de derkeve û ji xwe mesele jî bi hewldanên şexsî safî nabe.. zimanê kurdî hîn nehatiye berhevkirin hÎn gelek peyv û bêje û biwêj û gotinên pêşiyan û çîrok û stran û destan û mamik û zûgotinok û lîstok ku koda tarîxa kurdan di wan de veşartiye hene û li hêviya biservebûn û berhevbûnê ne.



10.09.2013 00:52 | endazer