Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê] de;

13. zarokên welateke bindest in, ji ber hindê peyv zû li wan dikeve.. gelekî dilnazik in.. ji ber ku hîn tu kesî ew bi awayek cidî nexwendine û bi awayek cidî rexne li wan negirtine hîn bi rastiya heyîna rexneyê nehesiyane.. cara pêşîn dema peşkên rexneyê bi ber guhê wan dikeve wek qebîleyên efrîqî yên çav bi kamerayê ketîn nizanin çi bêjin û çi bikin hema xwe bi dê û jina kamerevanên reben dixin.. yanî hawara xwe digihînin çêr û dijûn û heqaretan.. krîterên wan ên rexnegiriyê jî bes di asta filan rista filan pirtûka te zêde kûr û zêde kompleks e mirov nikare bihêsanî xwe bidewliqînê ye.. eger hûn ji yekî re bêjin tu ne tu nivîskar î û nivîskariya te bi kêrî seriyek pîvaz nayê wê xwe aciz bikin û xwe bispêrin îma û qerÎneyên di asta zarokên çarlepka diçin de.. û ya herî xirab pirraniya wan xwe dane ber per û baskên partî û rêxistinan.. wekê tellalên şah û padîşahan heta êvarî bi ser navê welatparêziyê dikin heyhêê û heyhooo!



08.10.2013 01:53 | endazer

8. bi salix Û siloxên hevalekî.. ji çav û berçavka canik an camêrekî bi navê roj xwîn ku hevalê behsê dikim jî di malperekî de lê rast hatiye nivîskarên kurd û nivîskariya wan,.

''Kîjan kurd dibe nivîskar siya wî ji wî mezintir dibe. Li ser Lingên wî seriyekî biyanî digere. Loma timî li şûna çêlekê, gayên bor didoşin. Ramanên nivîskarên kurd ji zimanên biyanî seridîne û bi wî zimanî nexşandîne, bi qalibên wan şekil werdigirin. Ji ber wê ye “gotin” û “ deng”ên kurdî di serên wan de stewr dimînin, berhemên ku diafirînin xesandî ne."



11.09.2013 02:47 | endazer

1. - pirraniya wan bi tirkî dest bi nivîsandinê kirine û paşê zimanê xwe li yê diya xwe qulibandin e..

- pirraniya wan di mektebên tirk de mamostetiyê dikin..

- pirraniya wan nikarin ji nivîskariyê nan bixwin û dîsa pirraniya wan ji bo berhemên xwe bidin çapkirin ji kîsî xwe pereyan didin weşanxaneyan..

- yên li ewropayê dijîn xwediyê berhemên zêde zêde ne.. we fêm kir ne..

- birrek ji van nivîskaran gelekî bikaprîs û kompleks in yanî şûr simbêlê wan an keziyê wan nabire.. nivîskariya xwe wekê tehn û minetekî li ser pişta kurdan bar dikin..

- naxwînin belê naxwînin.. dubare û sêbare naxwînin.. ji ber hindê li xwe zêde nakin û her di heman ava şêlo û genî û bêhnpêketî de avjeniyê dikin.. meşhûr e dibêjin nivîskarên kurd ji xwendevanên kurd zêdetir in.. dîsa dibêjin heta nivîskarek kurd kitêbekî dixwîne du kitêban dinivîse..

- wekê hemû kurdan pirraniya wan zirkreş û hesûd û bexîl û dexel û çavnebar in..

- hej polemîkan û popûlarîteyê dikin û hej heyranî û hijmekariya xwendevanên jin dikin yên mêr tabî..



10.09.2013 01:16 | endazer