Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez û dil] de;

1. helbesteka arjen arî.. di tu pirtûkên çapbûyî de liqayî helbestê nehatime.. dibe ku ji ber çavê min ketibe.. yên zanin bila min hişyar bikin xêra xwe da tûka xwe daqurtînim..



''li dû ewrekî bi bakur de derim

dem giran

hizr biyan

êvar e...

bîstek din jovan ezê vegerim

neçim û neyêm

ma çare?



te digot: dengbêj im, dilé min

ka bistrê!

bîhnek din hingorî ye

nuha şebaka xwe vekiriye

tu nebilînî

ma çare?



mebêje, min çi kiriye?

wê hê kiriye, ho xwariye

û... êvar e

ez im yê roj lê diçe ava

her êvar ma ne tu yî

dilê min

bi min re yê bêçare?''



11.09.2013 12:40 | endazer