Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melayê bateyî] de;

3. hebestek hezîn û payîzîn ji dîwana melê ya ku hêj temam nebûyî:



''El wefayî wesla canan xemzîdara min nehat

Ya tu qelbê asiqan î,gulnîgara min nehat

Mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat

Subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat



Derd û dax im,bê qerar im,bê bihar im,bê çîmen

Bê hebîb im,bê tebîb im,hem xerib im bê weten

Şubhê Yaqûbî ji işqa Yûsifê gulpîrehen

Mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen

Tar û mar im,întîzar im,sehsiwara min nehat



Pertewa şem'a cemalî,min disojit dem bi dem

Iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem

Dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem

Ma mededkarê me bit "înna Fetehna" subh û dem

Weme,sotim ateşê dil,şehriyara min nehat



Şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser

Badeoş im,pirxuroş im,bêyîhoş im derbider

Hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn'nezer

Bîlfîraqê lî'ttelaqî bê sikûn in ta seher

Xwabê nûşîn ba ezîz im,dilnîgara min nehat



Meclisa bê saz û hey-hey,min nevêt naçimeyê

Bê defû bê çeng û bê ney,min nevêt naçimeyê



Bezmeya bêyara BATÊ min nevêt naçimeyê

Bêfîraxet yara BATÊ 'eşwekara min nehat



17.09.2013 07:12 | endazer

1. melayê batê an bi navê xwe yê din mela hisênê bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.

Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê zeynelabidin zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî evdireqîb yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e. Dibe ku navê wî "Hesen/Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.

Ji jînenigariya wî, tenê tê zanîn ku ji eşîra ertoşî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li Colemêrg gundê Bate hate veşartin

Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:

Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî)

Dîwana Bateyî

Destana Zembîlfiroş

Perçeyek ji meqele Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan dibêje :

Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e.

Li gora tiştê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:



''Hemdê bêhed bo xudayê alemîn

Wî Xudayî daye me dînê mibîn

Em kirîne imeta xeyrel beşer

Tabihî wî miqtedayê namwer

Wî xudayî malikê milkê ezîm

Daye me mîras qurana kerîm

Dinê me kir kamil û nî'met temam

Ya'ni da me Ehmed û Darusselam

Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal

Bê heval û bê misal û bê zewal

Bo cemihî mislimîn û salihe

Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”



11.09.2013 18:01 | endazer