Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tilî] de;

2. li gorî wîkîpediyayê kok û etîmolojiya tiliyê: '' tilî / tibl / tipl ji aramî טפרא (ṭipra: nînok), hevreha erebî ظفر (ẓifr / ẓufr: nînok, penc, pencirk), akadî ṣupru, ṣupparu. Ji bilî kurmancî ev peyv di ziman û zaravayên din yên îranî de peyda nabe. Ew ketiye cihê enguşt û pence yên îranî. Bo guherîna maneyê ji "nînok"ê bo "til"ê bide ber farisî پنجه (pencê: dest, her pênc til) > soranî pence (til) > kurmancî pence / pencik (nînokên dirrinde).''



13.09.2013 03:46 | endazer

1. navê parçeyên zirav yên bi dest û lingên mirovan ve ne.. serê her dest û lingekî saxlem yê mirovekî 5 heb tilî hene.. lê bi dest û lingên hin mirovên nexweş an seqet ve carinan ji pênc heban zêdetir tilî hene û carina jî du an sê tiliyên mirovinan bi hev ve ne.. li deverinan wek til, tibil, tibl, tilîk, telî jî tê bilêvkirin û li hinek deveran jî jê re pêçî, bêçî an pêçîk jî dibêjin..



ji destê rastê û ji aliyê rastê ve navê tiliyan:



(bnr: tiliya beranê), (bnr: beranek), (bnr: qamk), (bnr: pêçiya mezin), (bnr: pêçiya beranê)

(bnr: tiliya şehdê), (bnr: tiliya îşaretê)

(bnr: tiliya navîn), (bnr: pêçika navîn), (bnr: tiliya dirêj), (bnr: pêçîka dirêj), (bnr: navçar), (bnr: notirva)

(bnr: tiliya gustîlkê), (bnr: belican), (bnr: babelîç)

(bnr: tiliya qilîçkê), (bnr: qilîç), (bnr: qilîçik), (bnr: qilÎncek), (bnr: qelaqûç), (bnr: qereqûçk), (bnr: tiliya biçûk)



biwêjên ku kurdan ji vê bêjeyê çêkirine:



(bnr: tilîdirêj)

(bnr: tilîkin)

(bnr: tilîxatûn)

(bnr: tilîzirav)



13.09.2013 03:44 | endazer