1. ji çav û kaniya wîkîpediyaya xêrê:
1- organek nerm e di devî de,
beşek ji leşê mirov û heywanan yê di devî de ku bo tamkirin, alîstin, daûrandinê û (ji alî mirovan ve) bo
axaftinê tê bikaranîn
2- axiftina miletekî,
axiftina komekê, miletekî, herêmekê yan welatekî ya ku ji alî pergala xwe ve yek e û ji alî hemî kesên pê diaxivin ve tê famkirin:
zimanê kurdî, zimanê inglîzî, zimanê erebî
3- pergala danûstandinê,
sîstema hemî dengên mirov bi kar tînin daku peyamên xwe bi hev bidin famkirin
4- danûstandina bêgotin,
jest û mîmîkên mirov bi hev re bi kar tînin daku pê peyama xwe bigihînin hev
5- danûstandina lawiran,
dengên heywan bi kar tînin daku peyamên xwe bigihînin hev yan kesekî / tiştekî
6- biwêjên taybet,
pergala ragihandinê ya hin aliyên taybet:
zimanê wêjeyê, zimanê kompûteriyê, zimanê leşkeriyê, zimanê gundiyan
7- şêwazên bikaranîna peyvan:
zimanê dîplomasiyê
8- hinêra axiftinê,
karîna anku şiyana peyivînê:
bêziman e
9- şêweyê axiftinê:
zimanxweş; zimandirêj
10- (devokî) kilîl, kilît, mifte, enextar, amûrê ku derî pê tê vekirin..
etîmolojiya peyvê: ''ji proto-hindûewropî dn̥ǵʰwéh₂s, îraniya kevn *hiźu̯ā-, têkilî soranî ziman, kelhurî ziwan, avestayî ((hizvâ-), sanskrîtî जिह्वा (cihvâ-), bi pehlewî izwan, pehlewî uzvān, zazakî ziwan/zon/zun, almanî zunge, inglîzî tongue..''
biwêjên ku kurdan ji vê bêjeyê çêkirine:
(bnr: zimanbest), (bnr: bêzar), (bnr: bêzar û ziman)
(bnr: zimandirêj)
(bnr: zimangiran)
(bnr: zimannazik)
(bnr: zimanşîrîn), (bnr: zarşîrîn), (bnr: zimanxweş), (bnr: zarxweş)
(bnr: zimanfis), (bnr: zimantis)
(bnr: zimantat), (bnr: lalûte), (bnr: tirtirî)
(bnr: zimantûj)
(bnr: zimantal), (bnr: zartal)
(bnr: zimanmar)
(bnr: zimanreş), (bnr: zimanpîs), (bnr: zimanbigû)
(bnr: zimanhilû),(bnr: zimanşeyik)
(bnr: zimanzelal)
(bnr: zimanpak), (bnr: zimanpaqij)
|