Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hayedeh] de;

2. bi navê xwudayê mihrÎban jî straneka wê heye, dema mirov guhdarî dike dilê mirov diherişîne, kerr kerr dike..



10.09.2014 14:45 | endazer

1. mÛzîsyen û stranbêjeke faris/ecem e.. di 10ê nîsana 1942a de li tehrana paytexta komara îslamî ya îranê -wî wextî desthilatdarî di destê şah de bû û rejÎm jî rejîmek demokrat bû qaşo- çavê xwe li vê dinyaya gewrik vedike.. yek ji navdartirîn û popûlertirîn stranbêja popê bûye li îranê bi taybetî jî di salên 70-80î de gelekî binav û deng bûye.. di sala 1970an de bar dike londona paytexta Îngîlîstanê û ji wir jî di sala 1978an de berê bar û piştiyê xwe dadigerîne los anelesê.. piştî ku ayetullahê qûnneşûştî ê rîgijik û şaşikxwehr dest datîne ser desthilatdariyê stranên vê xatûnê jî qedexe dike piştî vê qedexeyê xatûn cardin nikare Û newêre vegere welatê xwe.. xatûn di sala 1990an de piştî konsêrteka xwe ya li san franciscoyê ji ber dilkutkê an bi qewlê çapemeniya kurdî ji ber krîza dil emrê xwudê dike an dîsa bi qewlê çapemeniya kurd jiyana xwe ji dest dide.. strana wê ya bi navê ey khoda gelekî meşhÛr e..



17.09.2013 00:50 | endazer