Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helaw] de;

1. celebek xwarin û xureka şîranî ye.. ji ard û ardik û dohn û şerbetê çêdibe.. gelek cure û celebên vê şîraniyê hene.. wek helawa tehînê, helawa kaxezîn, (helawa êr), helawa bindanê.. li gorî daxwaza dilî mirov dikare şerbet û lîmon û biharatan lê bike an bi ser de bireşîne..

li gorî çand û edetên me û yên birayên me yên tirk piştî ku nas û xizm û xweyiyek diçe ber rehma xwudê an bi jargoneke din jiyana xwe ji dest dide bi teştan ev şîranî tê çêkirin û li derûdorû û li cîranan tê belavkirin ji bo pêhesandina miriyên xwe û dua xwestinê..

di helbesteka şairê gewre arjen arîyê rehmetî de jî ev peyv û şîranî li hest û dilînên keservaniyê difesilin..



'nanê şikeva kir sedqe

bi çengan şekir, teşt teşt helawî

dieyan neanî hêsran venegerand

pîra Şemsê mir bi kula wî lawî'





05.06.2013 07:42 | endazer