Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xezam] de;

1. belg û pelçimên payîzîn.. belê ji bo pelçimên ji tirsa mirin û weşînê zerirîn û zerhimîn tê gotin.. ji bilî li herêma botan -ez ê niha bêjim cizîr camêrinên ji sêrtê wê bêjin ne em jî vê peyvê bikar tînin ji ber hindê ez ê herêm botan bikar bînim- min li tu der û deverî ev peyv nebihîstiye.. û demekî li ser facebookê di koma zimanê kurdî de jî min da ber pirsê lê kesî xwe li pirsa min nekir xweyî û berê xwe bi vê peyva her wextî li ber sikratê ye ve nekir..



di helbesta seyîd eliyê findikî de xezam:



''Me cerbandin gelek ji dostan

Ne şagirtî belê ji hostan

Bi reng bûn wek gûlê bostan

xezam weşhan bi hawarî''



di helbesta melayê bateyî de xezam:



''Binêr daxa me êxsîra

xezam zer bûn rezê mîra

Reyhan barî di avê da

Reyhan barî di eywanê''



17.09.2013 06:39 | endazer