Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hanî mûctehîdî] de;

20. bi navê mirage (bi îngÎlîzî; leylan) stran Û vîdeoklÎbek nû belav kiriye berî niha 4 mehan, lê mixabin ez nû pê dihesim. bi mereq û heweseke mezin min vekir û ber û bala xwe dayê, lê mixabin ligel hemû meyla min a pozîtîf * a ji bo hanî xanimê kêfa min jê re nehat. stran ji xwe ne xweş bû, klîb ji stranê jî nexweştir bû.



lê bi saya vê stranê min straneka wê ya kevn a bi navê emşew keşf kir. dikarim bêjim ku xweştirîn strana bi kurdî ye bi lewnê erebeskê.



13.11.2017 00:27 | endazer

19. dîsa derketiye ser bernameyeka beşa farisî ya bbcyê û bi wî dengê xwe yê xweş sê stran gotine. yek ji wan sê stranan straneke bi navê aşiyane ye ku cara ewil e hanî di vê bernameyê de dibêje. stran bi farisî ye ûeger min xelet fêhm nekiribe gotinên wê yên yekÎ bi navê ferîdûn fûruxzad in. Hêjayî gotinê ye cara ewile ji dengê hanî xanimê straneke farisî guhlê dibim.
ji xwe min hej telafûza farisî nedikir. piştî farisiya wî kerê ku bernameyê pêşkêş dike îcarî li ber dilê min reş bû. û tişteke din ku di vê vÎdeoyê de bala min çû ser tu ji wê cezb û seksapalîteya hanî xanimê nemaye. kirasê li ber, makyaja wê.. tê bêjî qey ji bo bedewî û şirînî û nazenîniya xwe veşêre çi jê hatiye kiriye.
tembiya min lê dev ji eceman û farisî berde û vegere malbavê.
hanî mûctehîdî - aşiyane :



09.05.2017 21:11 | endazer

17. bi navê democracy stranek û klîbek nû belav kiriye, ya rastî zêde ne nû ye, belkî ji bo tirşikê. gotinên stranê gelekî xweş in, dengê xanima hanî jî ji xwe pêdivî bi pesn û wesfê min nîne. min gotinên stranê ji ber stranêdeşîfre kirin, belkî xeletînin hebin.



demokrasî tu deng meke

dinyat be deng reng kirduwe

le jêr kerxaney çeksazî

lewê mindalû xewtuwe



serokekan hîç ê melên

ê we dinyatan xarduwe

le bin germey potÎ êwe

lewê mindalû xewtuwe



dîndarekan dengê mekin

dînî baştan firoştuwe

le bêyn şerî xudakan da

lewê mindalek xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa



bêtamtirîn qisey dunya

basî dîmokrasî eka

cengî hêz û dengî bombey

xewnî mindalî kuştiwe



dîndarekan dengê mekin

dînî baştan firoştuwe

le bêyn şerî xudakan da

lewê mindalek xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa







28.07.2016 18:48 | endazer

11. yek ji wan stranbêjan e ku çaverê me ji bo albûmên wan ên nû..

dijmêrim ha îro ha sibe ha îro, bi çi xwe, bixapînim, nizanim nizanim nizanim.. *

û min gelek dixwest rojekî li diyarbekrê, li derekî wekê xana zêlûyan ji wî dengê xwe yê xweş û ji wê spehîtayî û levhatîbûna xwe ya bêqisur zêw û ziyafetekî bide..



06.06.2014 12:10 | endazer

9. niha li jêr vîdeoyeka wê ya li ser youtubeê liqayÎ vê şerh û şiroveya xwe hatim..



'xwezî bi wî ku bi dengê te yê xweştir e ji awazên qaz û qumrî û qulingan hişyar dibe..'





#at=130



14.04.2014 12:33 | endazer

1. şahbanû û keybanûya mûzÎka kurdî..

li bajarê sinê yê rojhilatê kurdistanê jidayîk bûye û li wir mezin bûye û lêre çûye dibistanê.. bi qasê ku ez dizanim anku min ji foruman xwendî di sala 2004'an de ji ber ku nekariye ji ber qanûnên rêgir û astengker yên komara îslamî ya îranê hunera xwe îcra bike welatê xwe û du zarokên xwe bicih hiştine û li almanyayê bicih bûye.. çi bi dengê xwe yê az û tijî û nazik û narÎn be û çi jî bi gotinên xwe yên têrwate yên stranan be û çi jî çeşnê mûzîka xwe ya modern be tu şik tê de nîne ku stêrka siberoja mûzîka modern ya kurdî ye.. heta niha bi navê (bnr: pêlîstank) û (bnr: sengî hawaran) du albûmên ciwanikê derketin e.. mûzÎka wê ne tenê ji hêla kurdên bajarî ve lê ji hêla xelkên din ên îranê û yên cîhanê ve jî tê guhdarîkirin.. par sersalê derketibû ser kanala bbc-yê şaxa farisî û ji stranên xwe yên xweş ahengek li dar xistibû..

ji xwe hewce nake ku ez behsa cezb û çelengî û bedewiya wê bikim.. wekê kêm kesên li ser rûyê erdê ji bo bedewiyê wek nimûne hatiye xuliqandin..



20.07.2013 15:54 | endazer