Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep] de;

6. çawa te dît keçikê lingê xwe ber bi kursiyê te ve dirêj kiriye ya asayî û pêdivî eger ji vê rewşê aciz î divê lê bizivirrî û bêjî dikarî lingê xwe rakî, min aciz dikî. eger rakir ji xwe mesele namîne eger ranekir jî tu yê gazî muewîn bikî, karê muewîn ev e ji xwe wê meselê hel bike.
lê te çi kiriye demekî dirêj te xwe lê girtiye anku mohlet daye keçikê, keçikê jî dîtiye ku çi jî bike deng ji te nayê, ser xwe ve çûye, ji xwe re wek mafek dîtiye bêrêziya ku dike. yek jî eger lawik bûya tu yê ev qasî bisebr bibûyayî gelo?!
yek jî dibe ku mamosteyeke pir jêhatî û serkeftî jî be, mirov nizane, kesayeta mirov ne kefîl an eynika karê mirov e hemû deman, mrovên xirab an bêexlaq jî carina di karên xwe de pirr serkeftî ne. li şantiyeyê hostayeke me hebû di nav derewekî deh derew dikir lê bêyî wî kar nediçû serî.



27.01.2020 01:15 | endazer