Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ersin korkut] de;

7. min hay jê nîne lê eger vegeriyaye ser kurdî ev tişteke baş e û cihê kêfxweşiyê ye. ji van kurdên patetîk yên bi çavê krîmînîlasyonê li kurdên din dinêrin kerixîme êdî. yaw berê kÎ çi kiribe kiriye, bihêlin eger kesek ji bo kurdî tiştekî bike, mebest çi jî be, bila bike!
dev ji van xûy û xisletên xwe yên lÎnckirina xelkê berdin!
ew berê di rêzefîlmên nizanim çi de lîstiye, yê dî derketiye ser trt kurdî, yê dî di saziyên dewleta tirk de karmendî kiriye, yê dî ji bo nizanim kîjan saziyê wergêriyê kiriye û nizanim çi qurreder!
mirov eger di bi banê dewleta tirkî de dijî ne mimkun e xwe ji karên dewletê dûr bigire an destê xwe jê bişû, bivê nevê ji bo debara xwe, an ji bo bi dewletê re serê te nekeve belayê divê tiştinan bikî.



16.02.2020 15:45 | endazer