Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jan arslan] de;

1. stranbêj û mûzîsyen û hunermendeke kurd e.. li navçeya Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Endezyariya avahiyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarê muzikê bû. Gava ku dest bi zanîngehê dike, pê re dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê qurs xwe bi xwe, bi amatorî gav avêtiye mûzîkê.

Di sala 2002an de li bajarê Mêrdînê dest bi xebata endezyariyê kir. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de di projeyên avahiyê de dixebite. Li ofîsa endezyariyê di demên xwe yên vala de dest bi ceribîna stranên xwe dike. Strana yekem ku awaza wê çêkiriye strana keçaperî ye. Ji ber ku ev stran ji aliyê gelek însanan ve hate ecibandin, li ser hinek stranên din jî xebitî. Stranên di albûma Evînperwer de jî ew stran in.

Bi nasîna ayhan evciyî re bi şêweyeke profesyonel dest bi xebatên xwe yên muzîkê dike, pê re xebatên albûma xwe ya yekem evînperwer qedand. Albûma yekem, Evînperwer bi şirîkatiya Sony / Pelrecordsê di sala 2010'an de derket.

albÛma wî ya duyem ya bi navê xewrevîn jî ev hefteyeke derketiye û hem li marketên mûzîkê û hem li malper û marketên ferazî yên li ser înternetê heçiyê dixwaze dikare bikirre..

Jan, xebatên xwe yên li ser muzîkê û endezyariyê li Qoserê didomîne û li Qoserê dijî.



19.09.2013 06:59 | endazer