Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qamişlo] de;

10. (bnr: li qamişlo)



22.02.2014 18:02 | endazer

8. bajarê ku duh yanî 21ê sibatê meşek mezin ji bo piştgiriya rejîma esed hatiye lidarxistin, tabî bi alayên dewleta surî ya ereb û bi posterên serokdewletê suriyê, beşar esed..

paşê hevalên sempatîzan xwe aciz dikin dibêjin barzanî çima kantonên me nas nake? *



22.02.2014 17:37 | endazer

4. ev bajarê evînê îro dîsa bi êrîşên terorîstên xêrnexwaz bûye qamişloka xwînê.. cebheya el-nusra ya bi ser el qaÎdeyê ve bi teketoreke tijî bombe êrîş biriye ser xala pişkinînê ya ypgê û di encama êrîşê de dido jê şervanên ypgê û yek jê sivîl sê kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 9 kes jî birîndar bûne..

ji xwe salih muslim jî beriya çend rojekî gotibû el nusra û rêxistinên din yên îslamiya radîkal xwe di ereban de birêk dixin û kengî be ev eşîrên ereban yên ku bi darê zorê li kurdistanê hatine cîwarkirin wê werin qewirandin û ev yek jî bvê nevê wê bi xwe re pevçûnên navxweyî bîne..

piştî bûyerê dibêjin leşkerên rejîmê yên balafirgeha bajêr kozik danîn tarên ku di bin destê el nusrayê de ne dane ber topan..



24.11.2013 01:03 | endazer

2. çend sal berê bi egera muxalefeta li dijî rejîma esed partiyên kurdî li vî bajarî xwepêşandan kiribîn û rejîma esed jî girseya xwepêşandêr dabû ber gulleyan û gelekan ji girseyê jiyana xwe ji dest dabû.. ji ber vê bûyera diltezîn ji aliyê gelek kurdên diltenik û ruhnazik ve wek qamişloka xwînê tê hildan navê vî bajarî..



20.09.2013 21:17 | endazer