Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tişta spehî bela serî ye] de;

1. duhî piştî sohbeteke dûdîrêj ya bi hevalan re ya li ser kes û kûsên çûyîn an ji me geriyayîn ev gotin an aforîzma ji ber dev û lêvên min filitî an pengizî..



mîratê ma em ê her xwe li hêviya bav û bavpîran an kesên navdar bigirin heta ku tiştekî derheqê mijarekî de bêjin û nizanim çend sal di ser re derbas bibe û nû nû wek mîratekî biqedr û qîmet li ser dev û lêvên xelkê bigere û em pê xwe şayîk û delalî bikin û ji qutiya dilên xwe re bikin kilîd û mifte û pê kul û derd û mereqên xwe der bibirin an li xwe û gundî û cîranan eyan bikin.. ma kesekî wekê min xort û law jî nikare tiştinan ji vê heyata bêheya fêm bike an tê derbixe û li gorî kêf û dilê xwe aforîzmayan li hev bîne..



heta niha çi tişta xweş û spehî bidest min ketibe yan hinekan çav lê da û di dest min de bû pêt û agir ez jî bi xwe re şewitandim yan jî bi demê re bi ser xwe ve çû û xwe qurre kir û çû.. li vir ji bo van canik û camêrên çûyîn dixwazim bi devê aşiq weyselê ku bi eslê xwe kurdê ji sêwazê ye û ji ber tirsa xwe ya ji komara koremar û beton misto nekariyê li hafa civat û civakê bi kurdî bistire bibejim:



spehîtaya te bi pênç qurîşî nedihat ku ev dilê min ê li ser te tunebûya



06.06.2013 06:23 | endazer