Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerê sarûgerm] de;

1. şerê hêj tam gur nebÛyî an li çar aliyan enî û bere lê venebûyî.. yanî şerê ku li deverinan diqewime û her der nexistiye di bin gurî û gêre û gelefeka xwe de.. ev term û têgeh keda destê min e.. yanî ji ber pêdiviyekî min li hev anî û çêkir.. ji bo wergerekî kurdiya têgeha düşük yoğunluklu savaş, low-intensity conflictê ez geriyam tu tiştek berketî bi destê min neket û min li ser hesabê xwe yê facebook û twitterê ji hevalan pirsî û çend bersivên wek pevçûna sivik, şerê sivik, şerê kêmgiranî, levxistina negiran, şerê negur, şerê di asta nizm de, şerê sist, şerê qels, pevçûna firk, şerê firk, şerê bi himbiziyeka nizm hildan lê yekî jî ber dilê min negirt.. ji nişka ve peyva sarûgerm ku ji bo tiştên têhn û germa û herareta wan danî têye bikar anîn hate bîra min.. min jî xwest vê peyva xweşik û xwÎnşirîn ji bo termînolojiya şer ya kurdî bikar bînim..



23.09.2013 19:54 | endazer