Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nazê nêrgiza hewşê] de;

19. wekê hemû stranên din yên ku destê mehmûd berazî lê ketine ev jî pir xweş bû, bi mereq û kêfxweşî min bir heta serî çend carî jî lê anîn. rîtma stranê û şêweya gotina stranê stranên soranî yên helperkê yên ezîz weysî anîn bîra min. beriya niha jî min çend cerebeyên acapellayê di mûzîka Kurdî de guhlê bibûn heta strana zimanê kurdî ku ji aliyê stranbêjên kurd îdolê hatibû çêkirin pirr serkeftî bû, lê evê ji wê jî bêtir ber dilê min girt.
Kareografî û reqs û cilên Kurdî yên ji herêmên cihêreng yên Kurdistanê jî pir xweş li hev kiribûn.
rojava bi vê lezê here wê di warê çand û hunerê de bide pêşiya başûr ku ev bîst sal in azad e û gelek derfetên wê hene û hîn jî dema dibihîsin ku tu ji bakur hatî cihde Îbrahîm Tatlises û stranbêjên din yên erebesk yên ku tirk jî êdî berê xwe pê ve nakin û guhdar nakin vedikin.

zimanê kurdî ya bi forma acapellayê





Û strana hinare û hinare ku di fîlma Bahman Gobadî ya bi navê Marooned in Iraq tê gotin.





24.05.2020 20:09 ~20:13 | endazer