Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetiyên xweser ên keçên kurd] de;

6. dema yek ji wan re bêhemdî dibêje siya te xwar e wek tu û heft bavên xwe xwar in bersivê didin.. yanî xwe li ber rexneyên tu kesî ranagirin.. yên li başûr û rojhilat û rojavayê kurdistanê gelekî hej makyaj û xeml û rewşa zêde dikin.. yên li bakurê kurdistanê jî zêde hej şal û fular û zendikên keskûsorûzer dikin.. dilê wan tenik, bejna wan zirav û ruhê wan zêde nazik e.. zû diêşÎn û dişikin û dereng dicebirin.. bi qewlê şairekî; zarokên dayikeke bindest in hemû, peyv zû li wan dikeve.. axaftina kurdî li xwe danaynin yên diaxivin jî pirraniya wan ji heyf û hêrs û kerbê diaxivin.. edet û çanda kurdî heta niha li ser dest û devê dayik û dapîrên wan gihane îro lê pirraniya wan ji vî mîrata nestêle û giranbuha bêhay û bêxeber in..



26.09.2013 01:09 | endazer

3. hemû zêrê bîstûçar eyar in bikevin di nav gÛ de jî nalewitin, bilewitin jî bi xwe bi xwe nahesin, bi xwe bihesin jî li xwe danaynin.. kurdan beleseb çanda next û qelenî dananîne.. gerçî niha bûye heq-şîr.. bawer dikim siba-dusiba we bibe heq-dest! bi kurt û kurmancî pirraniya wan sik û xwîntehl in lê ji bavê xwe de bêminnet in!



25.09.2013 00:25 | endazer