Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [25.09.2013 firara 18 girtiyên li çewlîgê] de;

15. bûyera ku di nav siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê de zêde bal nekişandiye û deng venedaye.. heta camêrên bi xwe re dîtîn li xwe danîn û behsa kirîn jî ji perspektîv û jargona protestoyên seyrangeha geziyê li meseleyê nêrin û henekên xwe yên têr îma û îronî pê kirin..

li gorî rojnameya radikalê van her hijdeh xweşmêran berî du salan bêyî ku tu kesî pê bihesînin an agahdar bikin dest bi kolana tunelê kirine.. tûnel bi qasê 80 metreyan bûye.. ji bo ku zêde deng neçe destpêka tûnelê bi qasê 3 metreyan kûr kolane û pê hesinên ku ji nav betona zemîna girtîgehê derxistine kolane.. ji bo ku balê nekişînin ser xwe û ji aliyê îdareya girtîgehê ve koxuşa wan neyê guhertin tevil tu çalakiyan nebûne û di nav du salan de hîç cezayê dîsîplînê nexwarine.. axirê taliyê ji serdanciyekê girtiyekî alîkari xwestine û vî serdancîyî jî cilên paqij ji bo wan anîne û ji bo têkiliya wan a ji derve jî alîkariya lojistîk daye wan.. ev her hijdeh xweşmêr piştî ku ji hebsê xilas dibin û xwe davêjin ber bextê daristaneka ku ji bajêr bi qasê 20 kîlometreyan dûr e.. ji nav komê hevalek ku berê berpirsiyarê wê herêmê bûye ji wan re dibêje hûn li vir bisekinin ez ê herim têkiliyê bi hevalan re deynim û alîkariyê bixwazim.. tabî heta hingî 16 seet ser vê rev û firarê re derbas bûne.. axirê gurên boz yên dewleta tirk bi pey bêhna azadiyê ve dikevin û teqîbat û tehqîqatê dikin û taliyê bi ser koma girtiyên azadiyê ve dibin.. dor li wan dipêçin û ji wan dixwazin ku teslîm bibin.. li gorî îdîayê gerîlayên pkkê yên li wê derdorê xeberê dişînin ji qendîlê re û dibêjin hal û mesele ev e em çi bikin.. qendîl jî dibêje nebe ku hûn bi hêzên ewlekariyê yên artêşa tirk re pev biçin û bikevin singa hev.. axirê dawiya çîrokê me hemûyan ji xwe ji ajans û rojnameyan xwend.. hivdeh mehkûm û firar û qaçaxên hikûmatê ji aliyê eskeran ve cardin tên girtin û mehkemekirin û cezakirin.. û firarê dî yê ku ji bo alîkarîxwestinê ji wan veqetiyayê hîn jî serwinda ye û nehatiye girtin..

di fîlma hababam sınıfıyê de xwendekarên lîseyê ji bo ku ji mektebê birevin tûnelekî dikolin û dawiyê hew dinêrin ku serê tunelê di odeya midûrê mektebê re derdikeve.. yek ji aktorê fîlmê kemal sunal dema çav bi midûrê mektebê münir özkul dikeve bişaşwazî gazî hevalên xwe yên di tunelê de dike û dibêje çocuklar sakın gelmeyin tünelin bu ucu bombok bir yere çıktı yanî zarokno nebe ku hûn werin serê vê tunelê derket ser çala gû ve..

ji duh ve di kerb û kesera ji nû ve girtina van her hijdeh xweşmêran de me..

dema ez bi nûçeya girtina wan hesiyam helbesta ferîd xan ya bi navê çîroka kûçikên birçî niqutî dilê min.. êşiyam û pir êşiyam..



''bê welat jî mirov dikare bijî

mîna kûçikan

mîna kûçikên bêxwedî jî

dinya welatê min e

mirov dikare bêje

mîna utopîstan

mina kûçikên utopîst

lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te dide

biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide

him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke

him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!''



28.09.2013 06:36 | endazer

13. reva wan çi qasî ez kêfxweş kiribim desrdestbûna wan jî ew qasî ez aciz kirm û qehirandim.. mirov bivê nevê tiştên xirab û ne ji xêrê ve difikire.. yanî camêran du salan bêfesl û navber tevî hemû zorî û zehmetî û RÎSK Û TALûKEYAN BINÊ ERDÊ kolane heta kU serderî azadiya xwe ve bûne.. Û 16 SEETAN JÎ LI ÇIYÊ LI NAV DARISTANÊ MANE LI BER XWE DANE LÊ TU KESÎ NEKARIYE BI HAWARA WAN VE BIBEZE Û WAN JI DESTÊ GIRTINÊ XILAS BIKE.. EW KURDISTAN Û TEVGERA KURD YA KU NIKARIBE LI ZAROKÊN XWE XWEYÎ DERKEVE BILA BIMIRE HÊJ CAW ERZAN!



26.09.2013 13:46 | endazer

6. di nav vê sergêjî û qerepera heyatê de nûçeyek xweş û mizgîniyeka xêrê..

min bi xwe nûçe nedîtiye û nexwendiye lê niha hevalekî got berî çend rojekî di nûçeyeka anfêde dihate gotin ku öcalan silav ji girtiyên pkkî yên di girtîgeha bîngolê de re şandibûn..

strana girtiyên azadiyê ji dengê ciwan haco dikim diyarî û dişînim ji bo hemû mehkÛm û firariyên kurdistanê yên ku di hebs û girtÎgehên tirkî de hilnayên û dil ketine azadiyê..



25.09.2013 15:23 | endazer