Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [metro] de;

3. navgîneka çûnûhatinê ya navbajêr e.. di nav nexşerê û planên şaredariya amedê de jî çêkirina xeta metroyê hebûye lê tenê wek plan li ser kaxezê ma.. erê metro ji bo trafÎka diyarbekir pêdiviyeke elzem û zerûrî ye lê hem bûdçeya şaredariyê têra nake yanî an ji hikÛmetê an jî ji sazî û rêxistinên ewropayê divê fonekî peyda bikin, hem rê û rêbarên bajêr ji bo çêkirina xeta metroyê ne bikêrhatî ne û hem jî zemîna bajêr ne mûsaît e.. zemîna ku bajarê diyarbekir lê rûniştiye hema bêje bi temamî teht û lat e.. û xeta metroyê bi pirranî di binê erdê re dibihure û kolana zemîneke ku tev teht û lat e jî têra xwe bimesref e..

ligel van hemû faktorên neyênî dîsa jî eger îradeyek baş ya siyasî hebe di nav 4-5 salan de dikare bi rihetî ji serê bajêr heta binê bajêr xeta metroyê rayêxe Û çûnûhatina bajêr erzan û asanîtir bike..



19.01.2014 18:16 | endazer