Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rengê bihûştê] de;

2. fîlmek têra xwe xweş û serkeftî ye lê mirov dibêje qey ne li îranê lê li nav daristanên amazonê hatiye kişandin.. her der dar û hişÎnahî.. ji her derî guvîna bê, xuşÎna avê, wîtwîta çivîkan tê.. hemû sehne û sekansên fîlmê wekê kartpostalan e û mirov guneh dikê lê binêre.. fîlm di çarçeveya têkiliyên di nav pîrik, bav û kurrî de li bersiva pirsa bînahiyê digere.. di fîlmê de du kor hene bi mirina korekî çavê korekî vedibe.. yanî mirovên nankor û bênanûxwê yên ku çavê wan li heqîqetê bel nebûyîn radixe ser kadraja xwe.. fîlmek safî û samîmî ye.. her kesê ku bi çûnûhatin û gerûfetla qederê biçekî lewitî divê dilê xwe bi fîlmên wihareng bişû û ava rûyê xwe pê bizenzilîne..



26.09.2013 22:27 | endazer