Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gulîzer] de;

12. bi navê sindoqa dirûnê pirtûkeka wê ya nû ya helbestan ji nav weşanên avestayê derçûye. kurtehelbesta ji bo danasîna pirtûkê belav kirine, ber dilê min negirt, kêfa min jê re nehat, hêvî dikim helbestên din ên di pirtûkê de ne wekê kurtehelbestê bin, xweş bin. Here lînkê
Here lînkê

''Ku ji te re jî wek min derd e
Ev nixumandin, ev veşartin, ev perde
Rabe ser xwe,
Rabe û dîroka xwe ya stuxwariyê bide ber xwe
Êş bi êş pê bihese
Ku ji te re ne derd e,
Hema galgalek bû me li vir kir
Dev jê berde.''



10.11.2016 00:12 | endazer

6. (bnr: jana min)



08.10.2013 22:54 | endazer

5. ''Min bi heft zimanan

Ji heft jinên di tengasiya zayînê de

Dua berhev kirin

Ji bo hatina te

Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane?''



06.10.2013 15:18 | endazer

4. li gori min orjînaltirîn helbestvana jin e di nav helbestvanên kurd yên ji bakurê kurdistanê de.. ji ber ku xanim helbeskar e ne helbestvan e yanî helbestlêkirinê ne wek karekî lê wek awayekê xwe derbirrînê yanî vereşînê bikar tîne.. û ji xwe yê zane baş zane huner û helbest û sînema hej teknîkeriyê filan nake.. neyse xanima gulîzer piştî ku dergsitiyê wê jê diqere ji qehr û kerba zimanê xwe diqulibîne ser kurdî û kurmancî.. ez zêde dirêj nekim û rasterê mîkrofonê bidim ber dev û lêvên şekirîn yên gulîzerê:



'''Mêla min a ji bo helbestê ji zarokatiya min de dest pê dike. Ji ber ku bavê min her tim ji min re

helbest dixwendin, ji wê behra bi sêr zû haydar bûm. Hinek hêmayên wî, dinya min a hundirîn xwedî kir. Di

mektebê de min bi zimanê Tirkî dinivîsî. Piştî evîneke têkçûyî ku berî deh salan rûda- li kurdî wegeriyam.Ev

ne biryarek bû; bêhemdî min pênûsa min xwe li kurdî girt. Ji ber ku mirov bi çend zimanan bizanibe jî, her

tim bi zimanê dêya xwe digrî.' Li ser pirsa çiyitî û neçiyitiya helbestê bersiva gulîzer ev e: Di jiyanê de jî berketiyê peyvan im, pala xwe pirr dispêrim wan, xwe pirr davêjim bextê wan. Têkiliya min û pênûsê xurt e. Di her kêlîka jiyana min de defterek li ber serê birînên min heye. Ji îro pêve, ez ê çiqas pêş kevim nizanim. Destpêkirin çawa ne biryara min bû, devjêberdan jî wê ne biryara min be.Ez xwe wek keseke sêyemîn dibînim di nav hest û di nav kaxizê de. Helbest weke marekî ku ji hulma min, ji dengê dilê min xwe xwedî dike. Her ku lê hay dibim vediciniqim. Lê ew jehra wî ji helbestên min re dibe hubr. Ez jî di nav vê jiyana bêwate de wan helbestan didim ber dilê xwe. Yanî ez û helbestê hevdu xwedî dikin. Di nav me de têkiliyeke wek mar bi jahr, wek mar kevn, wek mar bi tirs heye. Wekî din ez ê tu car nikaribim naveke din li helbestê bikim. Lê ew hest wek evîndarekî serserî bêxeber her tim bi bayê bezê tên û xwe li siya dilê min digirin. Bêhna xwe berdidin , piştî ku diçin li dû xwe şopek dihêlin; ew jî hubr e. Belkî jî hubra ji bo helbestê dirije, wek keçaniya keçekê ye; ji ber ku tu helbest careke din nayê nivîsandin. ''



06.10.2013 15:16 | endazer