Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mücahit bilici] de;

20. pirtûka wî ya ewil bi navê islamda savaş bitmiştir (di îslamê de şer nemaye) ji nav weşanên avestayê derketiye. pirtûk ji nivîs û gotarên mücahit bilici yên li ser mijarên wek; îman û azadî, îslam û demokrasî, şîr'et, xîlafet, cîhad û hwd pêk tê. yên dixwazin dikarin di pêşangeha pirtûkan ya tüyapê ya li stembolê ji standa weşanên avestayê peyda bikin.



16.11.2016 03:39 | endazer

19. piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê, li ser rewş û rola kurdan di vê pêvajoyê de tesbîtên baş û cihde kirine.



28.07.2016 20:22 | endazer

16. li ber dilê min û çavê min, bedîuzzemanê kurd yê sedsala bîst û yekemîn e, ne zilm ne zîllet.. heq û heqîqet çi be wê dibêje, guh nade tu xatiran.. guh nade bertekên tirkên îslamo-faşîst û kurdên partî-perest, ya dilê xwe dibêje, xweş jî dibêje, bi qasê dixweye bi ser qelema rîsaleyên nûr ve bûye û bi hostatî bikar tîne..

li ser twitterê çi binivîse du kom û bere hene ku her heman bertekan didin, yek jê tirkên îslamo-faşîst in, feqîro bi ''kurdçîtiyê'' îtham dikin, bereya din jî kurdên hdp û pkk perest in, ew jî dibêjin tu çima nayî nakevî bin sêwana partiya me û me çi got wê dubare nabêjî?

xwudê sebr û taqet û hêza xweragirtinê bidiyê hema!

nivîsa wî ya dawîn ''kürdler neden telef oluyor'' (kurd çima ditelifin) Here lînkê



14.09.2015 04:15 | endazer

13. bi vê; Here lînkê nivîsa xwe rastiya beloq Û berçav bi sedan salan ya mêtingehbûna kurdistanê ku ez jî tê de êdî ji bîra me gelekan çûye û me hay jê nîne, li ser têgeha ''kökenli'' îzah kiriye.. xwudê qelema wî daîm bike înşileh û berê wî ji heqî û heqîqetê danegerîne..



02.09.2015 23:36 | endazer

3. bi nivîsa xwe ya îro ya di rojnameya tarafê de kevirek qerrase li guzeka tirkên kemalîst û tirkên îslamÎ ên cemaetperwer û hikûmetperwer xistiye.. Here lînkê



30.11.2013 17:23 ~2015.09.14 04:17 | endazer

2. ji perspektîvek îslamî li ser pirsgirêka vegirtin û dagîrkirina kurdistanê ya ji aliyê dewletên misilman ve dinivîse.. bi jargona rîsaleyên bedîuzeman mele seîdê kurdî diaxive û dinivîse..teşbîh û metaforên têra xwe fesîh û resen ji bo vegotina pirsgirêka kurdistanê bikar tîne.. qelema wî bi qasê şûrê îmamê elî tûj û birra ye.. ji xwe ji ber hindê hêj niha bûye kelemê çavên nivîskarên wek ertuğrul özkök û ali bulaç yên ultra misilman û zir-demokrat.. tîrên xwe ji nava dil dikêşe û li tehta eniya diçikîne..



28.09.2013 09:25 | endazer

1. nivîskar û sosyolog û akademîsyeneke kurd e.. li silîva navçeya amedê hatiye dinyayê.. li zanîngeha boğaziçiyê beşa sosyolojîyê xwendiye.. li zanîngeha bîlgiyê wek hîndekar ders daye.. di kovarên wek birikim, köprü, karakalem, tezkire û di rojnameyên wek yeni yüzyıl, radikal2, yeni asya, yeni şafak, zaman û tarafê de gelek nivîs û meqalatên wî yên li ser sosyolojî, îslam, bedîuzamena mele seîdê kurdî û pirsgirêka kurdistanê derketine..

di sala 2000an de ji bo doktorayê diçe amerîkayê û li zanînegha michiganê, li ann arborê doktoraya xwe dike.. ji sala 2008an û vir ve li zanîngeha cunyê, li john jay collegeê di beşa sosyolojiyê de wek hîndekar dixebite..

bi qasê duh mehan tê heye ku serê heftiyê carekî di rojnameya tarafê de dinivîse.



malpera wî ya fermî: Here lînkê

quncika wî ya di rojnameya tarafê de : Here lînkê

hesabê wî yê li ser twitterê: Here lînkê

hesabê wî yê li ser facebookê: Here lînkê



28.09.2013 09:12 ~2016.07.28 20:18 | endazer