Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [noşîrwan mistefa] de;

7. duh (19.05.2017) saet 08.00ê sibê li silêmaniyê ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest daye.
ev ji saleke zêdetir e, bi vê nexweşiyê re têdikoşe û pêşiya niha mehekî min nûçeyek xwend ku tê de digot rewşa wî her ber bi nebaşiyê ve diçe lê dîsa jî mirina wî ji bo min ''ji nişkê ve'' bû.
ji ber helwesta wî û ya partiya wî ya van herdu salên dawîn biçekî dilê min jê mabû. lê hebûna wî û partiya wî rengeke cuda dida siyaseta başûrê kurdistanê.
başûr yek bi yek fîgûrên xwe yên giring ji dest dide.
piştî ya mam celal, stêrka noşîrwan mistefa jî xuricî.
min di rêûrisma defnkirinê de ji malbata barzanî tu kes nedît. dîsa di nûçeyekî de dibêje, alîgirên partiyê, nehêliştine, mele bextiyar û kosret elî beşdarî defnkirinê bibin, û alî bapîr û salahedîn bahaedîn jî dema di rêûrismê de diaxivin hinek alîgirên partiyê bi sloganan rê li ber wan digirin, nahêlin gotara xwe temam bikin.
mirina wî nizanim çima lê li ser min gelek tesîr kir. xwudayê banî ef û mexfîret bike.



21.05.2017 00:38 | endazer

4. mustafa sarıgül-ê başûrê kurdistanê ye!

popûlîst û pragmatîst û makyavelîst û hîn gelek tiştên din ên beredayî..



19.01.2014 18:40 | endazer