Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [soundcloud] de;

2. nîmeteka xwudê ye, eger tu liqayî lîsteya camêrekî mûzîkhez hatibî, bihêle bila heta êvarî vekirîbe, bila ew bêje tu guhdarî bike.. çend hefteyekî berê li tirkiyeyê ji ber tê de teybên axaftinên telefonên rayedarên hikûmeta akpê dihatin belavkirin li tirkiyeyê hatibû astengkiirin lê paşê nizanim çawa ev astengî ji ber rabû..



21.04.2014 23:47 | endazer

1. malper û platforma barkirin û parvekirina mûzîkan e.. di demeke kin de hema bêje cihê myspace û last.fm û fizyê girtiye û îmaja wan kiriye pênc pere! mezintirîn avantaja vê malperê yên ku ne endam bin jî dikarin guhdarî mûzîkên di malperê de ne bikin.. min jî ji xwe re hesabek tê de vekir û strana ku ji mêj de bû ku min dixwest li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim di nav çend deqeyekî de lê bar kir û di facebooka xwe de min parve kir..

ji bo yên mereq dikin profîla min û strana min parve kirî: http://soundcloud.com/pezkuviyecudi



06.10.2013 03:44 | endazer