Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hinek agirî hinek hawar] de;

1. navê helbesteka arjen arî ye.. nizanim di dîwanên wî yên çapbûyî de cih girtiye an na cara pêşîn min di antolojiya wî ya bi navê bakurê helbestê de xwendiye..



''kurteserencamek



Dem: payîz

Sal: 1927

Cih: Behamdûn

hebûn bû Xoybûn

Xoybûn: ji nû ve rabûn

çiya hêvî bûn, tev bi hêvî…



û ew jî

bi Agirî re rabûn!

rabûn:

bi milê wan ve tivingên hêviyê

rabûn:

çiya bi axê şa, ew bi azadiyê

rabûn: bi hev re dilşa

û berê xwe dan welatê jiyê!



her ax jînistana jiyê

jiyîn ax e, mirin ax!

axxx axê ax!

bextê Romê bextê gur bû

agirê Agirî agirekî gurr bû

vemire jî, dê vêkeve,

heke em mane sax! ''



06.10.2013 05:14 | endazer