Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zombî] de;

3. bi kurdî û kurmancî di berdêla vê peyvê de mirov dikare peyva şeytanqûnîyê bikar bîne.. zombî li gorÎ sîstema baweriyên ruhanî yên wekê voodoo, afro-caribbean û creoleê yên li afrîqayê ji bo mirovên nemir tê gotin.. ev zeombiyên he bi alÎkariya hekîmiya şamanîstîk û hêzên derasayî û derxwezayî piştî mirinê dkarin ji nû ve hey bibin û li jiyanê vegerin.. di fÎlmên tirsê yên holywoodê de ev wek hêma û argûmant û karaktereke tirsê gelekî tên bikaranîn.. li welatên afrîqayên yên wek haitiyê di nav xelkê de baweriya bi zombiyan gelekî xurt e..

min di belgefîlmekî de seyr kiribû zanayên baweriya voodooyê ku di nav xelkê de jê re mambo tê gotin, kesên hatîn hilbijartin -niha şert û krîterên vê hilbijartinê baş nayêne bîra min- di odeyekî di nav tabûtekî de ta çend rojan tî û birçî dihêlin heta ku dimire anku ji hiş dikeve paşê diçin ji term û cendekê wî/wê diderînin û tozekî lê direşînin û duayan lê dixwînin eger bi ser xwe ve were û biçek ruhê şirîn b ser de were berdan êdî ew jî wek mamboyekî tê qebûlkirin û hurmetdîtin..



10.10.2013 01:39 | endazer