Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kitaro] de;

2. di ber guhdêrîna berhema wî ya bi navê caravanserai de yek bê bikute qûna mirov de mirov pê nahese, ew qas gunnikreş e û mûzÎkên ew qas bêbav û telaqreş çêdike.. di ber karê xwe yê çêkirina projeyan û wergerê de bi pirranî guhdarî mûzîkên vî camêrî dikim.. carinan bi tesîra mÛzîkan ez nizanim kar çawa xilas bûye û ji ber destê min fiştiqiye..

mûzîkên wî ruhê mirov aş û avreşandî dike, bêhna mirov dertÎne, kul û keserên mirov sivik dike, birînan dicebirîne, êşan datîne, hêrs û aciziyan ji bîr ve dibe, bêrî û kovanan difeşkilÎne, qîr û qetrana şevê rohn dike, zeng û bizûza ber guhê mirov kerr kerr dike..

Kitaro - Caravanserai:



12.10.2013 01:52 | endazer