Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çequlatên zarokan] de;

1. li cizîrê berî eydê bi pirranî du cure şekir û çequlat tên kirîn.. yek jê çequlatên zilaman yê din jî çequlatên zarokane.. wextê em kiçik dema em diçûn malên nasan - wekê ku ji hevoka yekê jî kifş dibe me ferqiyet nedixist di nav tu malan de, yanî me tamamê cizîrê malo malo tewaf dikir- çequlatên zilaman yanî yên mezinan datanîn ber me ev yek nîşana qedirgirtinê.. vê eydê ez lê warqilîm ku ev edet hîn jî berdewam e.. lê kalîteya çequlatên zarokan jî her eyd ber bi başiyê ve diçe.. tê bîra min wextê em zarok şekirokên mijmijkok hebûn ku te sibehê heta êvarî bimijandana xilas nedibîn..



16.10.2013 17:47 | endazer