Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran] de;

17. sîstema terîqeta adnan oktar.. ji bo kêmasiyên tirşikê jî dê bibe derman.. pêşiyê divê em nivîskarekî qeşeng, çeleng, şayîk û levhatî ji nav nivîskarên tirşikê hilbijêrin -ne şert e ku illeh ez bim, dibe ku yek dî jî be- paşê em ê ligel çend modêl û mankênên xweşik û cazîb û dawetkar kontratekî Îmze bikin.. tabî di vê qonaxê de pirsgirêka fon û fînansmanê dê derkeve, bavûkalanan belesebeb negotine kesê jinê bîne, divê an tûrek perê wî an ji barek derewê wî hebe.. wekê ku herkes jî pê zane, me pere nîn in lê derew ji me xilas nabin.. neyse ez d,rêj nekim em ê mesrefên mankênan bi derewan fÎnanse bikin.. ji xwe nehewce ye ez dûmahîka senaryoya xwe bêjim..



28.01.2014 01:18 | endazer

13. û yek jê, dema mirov li er googleê mijarên ku tenê di tirşikê de hene jî digere, tirşik dernakeve.. ev yek çawa tê eyarkirin nizanim lê divê di lêgerînên googleê de jî peyam û mijarên di tirşikê derkevin..



23.12.2013 00:20 | endazer

12. berî her tiştî divê hemû kêmasiyên teknîkî werin temamkirin

divê roj berÎ rojeke din versiyona mobÎl ya tirşikê were çalakkirin..

û nivîskarên tirşikê jî divê ji bo hemÛ hevalên xwe yên kurdîzan behsa tirşikê bikin û bi taybetî jî li mecrayên sosyal medyayê yên wekê facebook û twitter û ferhengên înteraktîv yên tirkî reklama tirşikê bikin..



23.12.2013 00:16 | endazer

11. pêşniyarên ku em hê jî wek konseya rêveber ya tirşikê li hêviyê ne..



26.09.2013 21:25 | endazer


1. bi qasê ku ez dizanim di warê ferhengên înteraktîv yên kurdî de heta niha http://bijwen.sozlukspot.com/ û http://www.ferhengamed.com/ ji aliyê kedkar û xêrxwazên vî zimanî ve bi tab û zehmetiyên mezin hatine danîn lê her du ferheng jî çendî vekirîbin jî ne çalak in yanî ev serê çend mehan e kesek di van ferhengan de nanivîse..

ji bo ku qedera tirşikê jî nebe wekê ya van ferhengên hemta û hemziman û hemarmancên xwe û hît û popûlarîteya tirşikê roj bi roj zêdetir bibe mirov dikare çi bike gelo?



07.06.2013 17:14 | endazer