Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrê nemire buhar tê kero nemire qîvar tê] de;

1. gotineka pêşiyan a kurdan e.. dema ku kesek tişekî bixwaze an qesta tiştekî bike û yekî din rabe û ji bo ew kes negihe qesta xwe an biser daxwaza xwe ve nebe bi ber dilan re here û berê bal û eleqeya wî bi derinên din ve bike hingî ji bo vê rewşa nexweş û reşbîn ev gotina bav û kalan tê bi bîr anîn û bilêv kirin..

ji bo nimûne:



- keçê ev şÎva me çawa çêbû? tê me ji nêzan bikujî qey îşev?

- bise kuro me tu ji ber devê xelayê filitîyî? min helîma şandiye dikanê ku ji bo şîvê mirîşekek û malzemeyên seletê bikire û bê..

- hahoo hahoo.. pîrê nemire buhar tê, kero nemire qîvar tê..



07.06.2013 17:38 | endazer