Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mexzena xwînê] de;

2. koleksiyonek ji mexzena xwînê:



''koleksiyona 9'em, li malê, îda qurbanê

ev çirûsk, ji çavên lawikê ji kêfa îdê re raneketiye hatiye

berhevkirin

di tahma kulîçeyên îdê û

di bêhna goştê îdê yê li ser tifikekê li quncikekî hewşê tê

çêkirin de ye

wî, geh li zarokên kêfcejn nihêrî

û geh jî li lingên xwe yên di axpîngê de gemarîbûyî

wî, bi awirên xwe yên ji kêra qurbanê tûjtir

herdu lingên xwe jê kirin

wî, wê îdê tu şekir kom nekirin

lê zarokên din bi pirhejmarîya şekirên xwe, xwe li ser

serê wî qure kirin

li gel zarok bû negiriya û neliviya jî

wî, ji hudirê malê xwe bera hundirê xwe da

pilingekî har di hundirê wî de zîl da

dê pêşiya malê avreşandî kir

bêhna axa şil tev li bêhntengiya lawikê çavşil kir

ji ber ku sola "wî" tunebû; ew li wê îdê negeriyabû

cejnên "wî" yên kêrkirî hîn jî didomin...''



17.10.2013 22:20 | endazer

1. navê pirtûka duyem ya helbestan ya rênas jiyan e.. ji bîst û sê koleksiyonan pêk tê.. her koleksiyonek wekê dik û sehne û perdeyeka sînemayê ye.. li ber dilê min serkeftîtirîn pirtûka rênas jiyan e belê ji janyayê jî serkeftîtir.. rênas bi vê pirtûka xwe 'elema kelamê mewzûn 'alî kiriye li banê gerdûn.. eger min ji pêşgotina pirtûkê şaş fêhm nekiribe rênas ev koleksiyon di girtîgeheka tirk de berhev kirine lê piştî ku tê berdan û azad dibe koleksiyonên wî di arşîva girtîgehê de asê û girtî dimînin.. rênas jî ji xwe re dike rik û inyad û rûdine ji nû ve koleksiyonên xwe di bîra xwe dicivîne..



ji devê rênas:



''Ev pirtûk, ev çirûsk xwe ji xweliya xwe vejandiye.Bi girtina min re ew jî hate girtin, ez hatim berdan piştî qe derekê, lê ew girtî ma ango ew hat tahrîbkirin û wendakirin. îro ew hatiye temamkirin. Lê min ew temam kir an ew ji girtîgehê, ji arşîwên girtîgehê reviya ez nizanim.

Tiştê ez dizanim me gelekî ji hevdu hez dikir û keda me di ber hev de pir bû. Ez li xwe mikur bêm ji nû de nivîsandina wê ez gelekî betilandim û êşandim jî...Lê min xistibû serê xwe çawa be, bi çi şiklî be jî ew ê bê temamkirin. Temam bû, lê di navbera nusheya ewil û ya niha de ji sedî sî-çel ferq heye, ez çi bikim,min bîra xwe gelekî êşand encax ew qas jê derket, ji xwe koleksiyon yanî beşên wê ji kaniya binhişînê diherikîn, piştî wendabûna wê, bû karekî binhişîna binhişînê, lê cama çirûskên wê rê li ber min ronî dikirin.

Carna gava min çavên xwe digirtin an jî vekirîbûn jî, di hişê min de hinek tabloyên tahl an jî şêrîn çêdibûn, min orîjîna wan nizanîbû ji bo çi ye, lê her îi her di hişê min de bûn, min hinek ji wan veçirandin û deşîfre kirin, lê hinekan ji wan zora min bir û wer man. Surrealîstan çi di binhişîna(soubeconsiance) wan de bûya bêyî ku sererast bikin,ava bikin û li ser wan bişuxulin diteyisandin ser qaxezê, binhişîna wan çi qasî absurd, beloq, bê wate û bê teşe bûya jî, wan diteyisand ser qaxezê û dikirin helbest, yên wênesaz dikirin wêne; ev di heman wextî de dibû xusûsiyeteke sereke ya surrealîzmê jî. Lê min weha nekir. min ev tabloyên binhişînê yek bi yek bi wate, bi cih, bi wext, bi tahm û bi bêhn kirin, weke wê ji beşên helbestê jî xuya bibin, min huwiyetek bi ber stuyên wan ve kir, belkî jî weke Jung dibêje ev ji ber binhişîna nasyonalî be jî, ji ber ku kurd û herweha ez û siîretên bihişîna min, em bê nasname bûn û hewcedariya me tavilê bi nasnameyeke eşkere hebû. Heta ji min hat, min nehişt qalib, teknîk, teşe, têma û ahenga kevn a bi kurdî û ya bi zimanên din tev li vê berhemê bibe.Bi her awayê xwe, ziman, vegotin û teknîkê divê nuh bûya, bi vê armancê min hewil da. Min xwest ez bi dîroka bîranînên xwe, ne bi zimanê zarokekî êdî bi zimanê mezinekî bi riya van bîranînan -ku min ji wan re di vê helbestê de koleksiyan got- xwe nas bikim, xwe bi nav bikim, xwe bi tahm, bêhn, cih û war bikim û herweha xwendevanên xwe jî. Hinek beşên vê pirtûkê ne ji binhişînê hatine pê, ji heyata reel hatine berhevkirin, ji ber ku bûyerên îro ango aktualîteya îro wê ji bo sibêro bibe sermiyanê binhişîneke pêş. Çi qasî çavên mirov girtî bin û di vê girtîbûna çavan de, xeyal ji wan biwelidin jî; gava vekirî bin jî xeyalan diherikînin gola mejî. Binhişîn, hiş û serhişîn sê qonaxê girîng yên xeyal û ramanê ne. Bi binhişînê raman an jî îmajên kûr, bi serhişînê raman an jî îmajên bilind û bi hiş jî raman an jî îmajên bi rade diafirin. Ji bo berhemeke baş

ev her sê qonax gelekî sûdewar in, ev berhem hewildaneke realîzekirina van her sê qonaxan e.

Hinek koleksiyon bi şêwaza modem, hinek bi şêwaza postmodem, hinek bi ya otantîk-pastoral, hinek bi ya reel, hinek bi ya surreel herweha bi bizarkirina sembolî, bi harmoniya nazenîniya taymetmendiyên kurmancî, bi teşeyeke guhertî û bi lîrîzma li ruhê helbestê enjektekirî hatine çêkirin.

Ji bo helbestekê, hêma fonksiyona bizmar û têma fonksiyona çakûç hildigire ser xwe. Têmaya ji hêmayê mahrûm û hêmaya ji têmayê mahrûm helbestê an jî wêjeyê di gerîneka demê ya cîhanê de difetisîne. Têmaya ji hêmayê û hêmaya ji têmayê mahrûm; ji bo rakirina hudûdên, însan di hundirê xwe de kirine weke kêzikan; pifeke bêbandor û kedeke qop e.''



17.10.2013 22:15 | endazer