Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tê bîra min] de;

6. tê bîra min, dawiya salên pênciyî, wextê hê ez şagirtê mektebê bûm, gund da oda me hebû. Ne televizyon bû, ne radyo, tiştê mijûlbûnê kêm bûn û payîzê destpêkirî heta axlêvê gund da karê gundîtiyê jî tune bû. Mêrên gund yên navsere him sibê heta nîvro, him jî êvaran li oda me top dibûn. — (Eskerê Boyîk: Şêx Mîrza, Ezdika.ru, jêgirtin: 9/2006)



10.06.2014 10:12 | endazer

1. qalibek e.. gelek kêfa min jê re tê.. çimkî heta tê bîra min li dû vê qalibê her serpêhatiyek, çîrokek an jînenîgariyek hatiye vegotin.. her meseleyek an menqibeyek li dû vê qalibê li peleke şevê hatiye pêçan û dû û dûman jê hatiye berdan.. serê şevbêrkên şevên dirêj yên sir û serma û seqema zivistanê ye ev qalib..



22.10.2013 01:12 | endazer