Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [depresyon] de;

3. zimanê kurdî Û zimanê tirkî û muhtemelen hemû zimanên din yên li naverasta rojhilatê dinyayê tên axaftin ev peyv ji zimanê frensî wergirtine anku deyn kirine.. depresyon bi frensî wek dépression tê nivîsandin û wateya wê ya pêşîn û serbidev û ferhengî jî çal, kortal, cihê herifî an xwar de çûyî ye.. frensiyan jî wekê gelek peyvên xwe ev peyv jî ji zimanê latînî doşirmÎş kirine, di latînî de wek depressio tê nivîsandin Û di vî zimanê entîqe de jî di wateya çal û kortalê de hatiye bikaranîn.. ji lêkera depress- ya di wateya dehfandin, hedimandinê de û ji paşqertafa +tionê hatiye darêjtin.. lêkera depress jî ji lêkera press ya di wateya çewisandin, pêlêkirin, kutanê de û ji pêşqertafa +de'yê hatiye darêjtin..

yanî eger em li gorî wateya ferhengî ya vê têgeh û nexweşînê herin ji bo ew kesên ku di bin bar û piştiyekî de xwûz bûyîn, xwar de çûyîn tê bikaranîn..

ji bo kesên bi nexweşînê ketîn jî depresîv tê gotin.. lê exlebê caran wekê depresîf tê bilêvkirin..

nexweşên vê nexweşînê her wextî xemgîn û newekirî û ji halê xwe ne razî ne.. yanî her wextî mehdê wan tirş û tahl e.. li cem me yanî li cizîrê ji bo kesên halo re dibêjin, tê bêjî qey hina kutaye diya wî, an; tê bêjî qe hina nanek xwariye wî/wê qetek xwariye.. nexweşên bi vê nexweşiyê ketîn enerjiya xwe ya negatîv li derdorê jî belav dikin.. cihê ku ev nexweş lê her wextî wekê mala cinazê û konê sersaxiyê ye..



22.10.2013 14:01 | endazer